Li Şamê 4 ciwanên ji bajarê Qamişloyê hatin girtin.
Birayekî ji wan ji malpereke dîjîtal re parve kir ku ew li şaxeke ewlehiyê ya li herêma Şeilan in.
Navên wan wiha ne: Ebdulezîz Dişwar Hac Elî, Remedan Silêman El Hisên, Diyar Omer û Ehmed Ferhan.
Birayê ciwanekî ji wan, ji malpereke dijîtal re parve kir ku wan agahî wergirtine ku endamên “Ewlekariya Giştî” 4 ciwan li Şamê girtine û niha ew di şaxeke ewlehiyê ya li herêma Şeilan de ne.
Li gorî agahiyan, 3 ciwan ji bo ku weke temsîlên şîrketa xwarinê tev li pêşangeha “Expo Food” a Navneteweyî bibin, li Şamê bûn û yê çaremîn jî li zanîngeha Şamê dixwîne.
Heta vê kêliyê aqûbeta wan ciwanan ne diyar e.



