2’ê Tîrmeha 1993’an de li otela Madimak ya bajarê Sêwasê komkujî hat kirin. 35 rewşenbîr, hunermend, nivîskar bi hovane hatin kuştin.
KCK’ê di salvegera 32’an de qurbaniyên vê komkujiyê bibîranîn.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir komkujiya Sêwasê yek ji komkujiyên herî giran ên dîroka mirovahiyê bû û got,
“Hem armanc hem jî şêweyê pêkhatina vê komkujiya hovane di dil û mejiyê civaka Elewî û gelê Kurdistan û Tirkiyeyê de bû birîneke mezin.
Li pişt vê komkujiyê dewlet bi xwe hebû. Çawa ku di pêvajoya komarê de Kurd hatin înkarkirin, bi komkujiyan hewl hate dayin ku bêne qirkirin, înkar li ser Elewiyan jî hate ferzkirin û komkujî û qirkirin li wan hate kirin.”
“Rêya rizgariya ji komkujî û qirkirinê bi dawîkirina ferasetê netewe dewletê ye”
KCK’ê diyar kir ev nêzîkatiya înkar, komkujî û qirkirinê xwe dispêre zîhniyeta netewe dewletê ya tekperest û da zanîn rêya rizgariya ji dîroka komkujî û qirkirinê, bidawîkirina vê ferastê ye.
“Banga aştî û civaka demokratîk wê komkujî û qirkirinê bi dawî bike”
Her wiha KCK’ê eşkere kir Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo dixwaze dîroka qirkirin û komkujiyê bi dawî bike û jiyaneke demokratîk a li ser bingeha xwişk û biratiyê ava bike.



