Serokê DYA’ê biryara cezayên li dijî Sûriyê îmze kir.
Wezareta Xezîneyê a Amerîkayê da zanîn ku 518 kes û sazî ji lîsteya cezayan li Sûriyê derxistin.
Koşka Spî eşkere ku ew dixwazin piştgiriyê bidin hewildanên dij-terorê û ewlehiya herêmî xurt bikin.
Washington bang li hikûmeta veguhêz a Sûriyê dike ku têkiliyên xwe bi Îsraîlê bike û li dijî tundrewiyê şer bike.
Wezîrê karê derver yê Sûriyê Esed El-Şîbanî ev biryar bi kêfxweşî bi pêşwazî kir.
Şevê din Serokê Amerîkayê Donald Trump fermanek ku tê de cezayên bi dehan salan li ser Sûriyê bi dawî dike, îmze kir
Biryara ku şevê din hate ragihandin îro kete pirtîkê.
Ev biryar, “ragihandina rewşa awarte ya niştîmanî ya 2004’an derheqê Sûriyê û 5 fermanên din ên cezayan betal dike.
Îmzeya Donald Trum rê dide ajansên amerîkî yên bi rêya NY kar dikin sivik dike, hem jî çavdêriya li ser hinadekirina madeyên bingehîn qesl dike û sînordarkirina alîkariyên biyanî sivik dike.
Çavdêr vê gava Trum wekî asayîkirina pêwendiyan di navbera Washington û Şamê de bi nav dikin.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê: Me 518 kes û sazî ji lîsteya cezayan li Sûriyê derxist
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê derxistina 518 kes û saziyan ji lîsteya cezayan li ser Sûriyeyê ragihand û got ku “rakirina cezayan dibe alîkar ku aboriya Sûriyê bi bazirganiya cîhanî ve were girêdan.”
Marco Rubio: Rakirina cezayan gavek ber bi avabûna Sûriyê ye
Wezîrê karê derver yê Amerîkayê Marco Rubio eşkere kir ku ji niha û şûnde wê ceza nebin astengî li pêş pêşeroja Sûriyê û got:
“Ev derfeteke dîrokî ji bo gelê Sûriyê ye da ku welatê xwe ava bikin û bipêşkevin.”
Koşka Spî: Em piştgiriyê didin hewldanên dij-terorê û xurtkirina ewlehiya herêmî
Koşa Spî jî bi daxuyaniyê eşkere kir ku armanca rakirina cezayan piştgiriya xebatên têkoşîna dijî terorê bi teybet li dijî jinûve avabûna DAIŞ’ê ye.
Amerîka bang li rêveberiya Şamê kir: Bi Îsraîlê re têkilîyan pêş bixe
Hevdemî biryarê, Trum hêvî kir ku gavên normalîzekirinê di navbera Şam û Israîlê bên avêtin û şerê terorê bê kirin.
Hikumeta Veguhêz a Sûrî biryara rakirina cezayan bi kêfxweşî pêşwazî kir
Wezîrê karê derver yê hikumeta veguhêz a Sûriyê Esed El-Şêbanî jî got ku ev biryar xalek girîng e ku Sûriyê ber bi geşbûn, aramî û civaka Navneteweyî ve dehf bide.



