Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê derbarê qedexekirina motorsiklêtan biryarek ragihand.
Di biryarê hat diyarkirin ku motorsiklêt li hemû herêmên Kantona Cizîrê qedexeye û armanc ji vê pêngavê ku rewşên dizî û şelandinê li herêmê kêm bike.
Desteyê ragihand ku qedexeya derketina Motorsiklêtan di nava bajarên Kantona Cizîrê de bi awyekî rojane ji saet 10 êvarî ta saet 5 sibehan e, lê bajarê Hesekê ji vê biryarê tê derxistin ji ber qedexeya motorsiklêtan li bajêr bi awyekî giştî ye.
Hat diyar kirin ku ev biryar bandorê li ser tevgera sivîl û kesên ku motorsiklêtan ji bo kar û pêwîstiyên xwe yên rojane bi kar tîne nake.
Desteyê piştrast kir ku her kesê ku biryarê binpê bike dê rastî tedbîrên yasayî were, û rayedarên peywendîdar dê motorsîklêta sûcdar desteser bikin.



