Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan têkildarî pêvajoya aştî û civaka demokratîk bang li meclisê kir ku bi erka xwe rabe û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd komîsyon bê avakirin.
Tuncer Bakirhan, li Meclisê di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî û diyarkir divê êdî lez bidin avakirina komîsyona ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û got,
“Du aliyên vê pêvajoyê hene, yek jê avêtina gavên demokratîkbûnê ye û ya din jî birêvebirina pêvajoya çekdayînê ye.
Ji bo bêçekbûnê, divê têkildarî PKK’ê qanûn were derxistin û bingeha wê were amadekirin.
Em bang li Meclisê dikin ku di vê mijarê de erka xwe pêk bîne.”



