Îro li Istanbolê Tevî biryara qedexeyê ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê jî komeke paşverû bi hinceta ku kovara leman heqaret li ola Islamê kiriye li pêşiya Mizgefta Aga ya li Qada Taksîmê kom bû
Komên paşverû careke din bi îdiaya ku Kovara Lemanê “heqaret li pîroziyên olê kiriye” li Taksîmê kom bûn.
Platforma Piştevaniya Îslamî tevî biryara qedexeyê ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê jî li pêşiya Mizgefta Aga li hev civiyan.
Koma ku di destên wan de pankartên ku li ser wan dirûşma Heqaret li pêxember hatiye kirin bêceza namîne hene.
Ew jî diyar dibe ku ew kom ji hêla saziyên Taybet yên dewletê ve hatine rêxistin kirin ji ber ku tevî biryara qedexeyê jî polîs ti destwerdanî nake, tevî ku ew kom dirûşmeyên DAIŞ ê jî berz dikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komeleya Akincilar ya Rojhilat a Mezin ku girêdayî Eniya Akinciyên Rojhilat ya Mezine , şevê din êrişî buroya Lemanê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê kiribû.



