39 kesayet ku ji rojnamevan, nivîskar, akademîsyen, sendîkavan, parlamenter û parêzer pêk dihat, li ser vexwendina Partiya DEM’ ê di çarçoveya kampanyaya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” Îro hatin Tirkiyeyê
Hevserokê Partiya DEM’ê Tuncer Bakirhan li Stenbolê bi şandeya Ewropayê re civiya û ji şandeyê re li ser ramanên Rêber Apo axivî.
Bakirhan di hevdîtinê de bi kurtasî axivî û bal kişand ser girîngiya pêvajoya li Tirkiyê û Rojhilata Navîn tê re derbas dibe û got:
“Li Rojhilata Navîn guhertinek heye, hêzên hegemonîk vê guhertinê bi bi şîdetek pir mezin ferz dikin, lê banga Birêz Ocalan rastiya ku ev guhertin bêyî çek û şer jî dikare pêk were eşkere kir.
Tuncer Bakirhan anî ziman ku Rêber Apo diyar kiriye;
“dewlet-neteweyên ku ji hêla hêzên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn û rêveberiyên mezhebî yên monîst ve hatiye avakirin aştî û azadiyê nayîne Rojhilata Navîn, berevajî ew rê li ber pêvajoyek pevçûnê vedikin, kirasê dewlet-netewe êdî ji bo Rojhilata Navîn pir teng e û bi pêşniyarkirina modela neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn, hemû nasname û hemû bawerî dikarin wekî welatiyên wekhev di bin banê neteweyek demokratîk de li ser zemînek demokratîk bijîn.
Her wiha Bakirhan got ku Rêber Apo gotiye:
“Li şûna şer û pevçûnê, ew pêşniyarek pergalê pêşkêş dike da ku hemû cûdahiyên ku li vê erdnîgariyê dijîn wekî welatiyên wekhev werin pejirandin û li şûna monîzmê wekî welatiyên wekhev li ser zemînek demokratîk bijîn”.
Piştî axaftinê, bername ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.



