Serokwekîlê Koma Dem Partiyê Sezaî Temellî destnîşan kir ku divê êdî hêvî û bendewarî bêne derbaskirin, gavên şênber bêne avêtin û got: “Divê Serokê Meclîsê êdî demê winda neke, avabûna komîsyonê îlan bike û xebatan bide destpêkirin.”
Sezaî Temellî got wan têkildarî komîsyona ku wê li meclîsê bê avakirin pêşniyarên xwe pêşkêşî serokê meclîsê Nûman Kurtulmuş kirine.
Sezaî Temellî got: “Em li bendê ne Serokê Meclîsê demildest bikeve nava liv û tevgerê û komîsyonê bixe meriyetê. Piraniya partiyên din jî nêrînên xwe dan an jî wê di nava çend rojan de ragihînin. Îhtîmaleke mezin wê di demeke nêz de komîsyon bê avakirin.”
Temellî got bendewariyên civakê hene, ya ku vê pêşwazî bike komîsyon e û wiha dewam kir: “Divê vesaziyên qanûnî bêne kirin. Pêwîst e komîsyon bi vê berpirsiyariyê tevbigere. Gavan biavêje û çareseriyê pêş bixîne.”



