Serokê Îstixbarata Tirk bi kurtenav MÎT, Îbrahîm Kalin îro li Hewlêrê li gel Serokê PDK’Ê Mesût Barzanî, Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê Nêçîrvan Barzanî, SErokwezîrê Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîrê Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê Qûbat Talabanî û Wezîrê Karê Hundir ê Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê Rêber Ahmed û rayedarên Konseya Ewlekariyê ya Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê civiya.
Li gorî agahiyan, di hevdîtinan de li ser rewşa herêmê hatiye nîqaşkirin.
Dîsa wekî mijareke esasî jî li ser pêvajoya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo hatiye nîqaşkirin û di vê derbarê de gavên bêne avêtin hatiye gotûbêjkirin.



