Rêber Apo peyamek ji heyeta Ewropî re şand, ku dixwaze pê re hevdîtinê bike peyamek şand .
Rêber Apo got, Hêvî dikim ku di atmosfereke welê de ku civaka demokratîk bê avakirin, em rû bi rû hevdu bibînin.”
Heyeta Ewropî ku 39 kesayetan pêk tê hinek hevdîtin û danûstandin kirin.
Heyet piştî hin hevdîtin û danûstandinan li oteleke li Taksîmê di civîna ‘Maseya Gilover’ de li hev kom bû.
Di civînê de peyama Rêber Apo ya ji bo heyetê hate xwendin.
Peyama Rêber Apo bi vî rengî ye: “Dostên hêja.
Ji bo min gelekî bi wate û hêja ye ku hûn ji rêyeke ewqasî dûr hatine.
Beriya her tiştî vê hewldanê ne tenê weke piştevaniyake şexsî yan jî lêgerîneke azadiyê ya şexsî dibînim.
Vê yekê weke parçeyek ji îradeya jiyana azad a bi hev re ya gelan û çareseriya demokratîk, aştiya civakî dibînim.
Min azadiya xwe ya şexsî ti carî ji azadiya civakî cuda nedît.
Ji xwe min timî got, heta ku azadiya civakî pêk neyê, wateyeke rasteqîn a azadiya şexsî wê nebe.
Haya min ji daxwaza we ya ji bo hevdîtinê çêbû.
Hêvîdar im ku di rojên pêş de şert û mercên hevdîtineke bi vî rengî bê afirandin.
Di vê çarçoveyê de silav û hurmetên xwe pêşkêşî her kesî dikim.
Bi hêviya ku di rojên azad de, di atmosfereke ku civakeke demokratîk tê avakirin de em hevdu rû bi rû bibînin.



