Şaredariya Gel Erîşayê dest bi nûjenkirina pira gundê El Atala kir. Pir 15 sal e ne di xizmetê de ye.
Şaredariya Gel a bajarokê Erîşayê ku girêdayî bajarê Şedadê ye, dest bi xebata nûjenkirina Pira Gundê El Atala kir.
Proje ku lêçûna wê 100 hezar dolar e, li ser daxwaza şêniyan û ji bo hêsankirina çûn û hatinê pêka tê.
Pira El Atala rêyeke girîng e ku bajarokê Erîşa bi gundên li bakurê Şedadê ve girê dide. Her wiha rêyeke sereke ye ku bajarê Şedadê bi bajarên din ên kantona Cizîrê ve girê dide.
Ji rêveberên Şaredariya Gel Erîşayê Îbrahîm Ziêtî got xebatên projeya nûjenkirina pirê dê 90 rojan dewam bikin.



