Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku divê karên xeta boriya petrolê ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de di demeke kurt de ji nû ve dest pê bikin.
Berdevk her wiha got girtîmayîna xetê aboriya Îraq û Herêma Kurdistanê lawaz dike û rasterast zirarê dide kompaniyên Amerîkî.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku divê karên xeta boriya petrolê ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de di demeke kurt de ji nû ve dest pê bikin.
Li gorî Berdevkê Wezaretê girtîmayîna xetê, aboriya Îraq û Herêma Kurdistanê lawaz dike û rasterast zirarê dide kompaniyên Amerîkî.
Di konfiranseke rojnamevanan de li ser pirsa gelo di dema dawî de derbarê mijarên budce, petrol û gazê de ti têkiliyeke wan bi Hewlêr û Bexdayê re çêbûye?
Wisa bersiv hate dayîn:
“Gelekî girîng e ku Hikûmeta Îraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên din ên pêwendîdar bi lezgînî Xeta Boriya Petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê ji nû ve bixin dewrê.
Her wiha berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê destnîşan kir ku girtîmayîna xetê rasterast bandorê li ser kar û çalakiyên sê kompaniyên Amerîkî dike.
Di berdewamiya axaftinên xwe de wiha got:
”Ev yek nayê qebûlkirin. Me gelek caran bang li hemû aliyan kiriye.
Divê ew pirsgirêkên xwe çareser bikin û em paşxistineke bêdem qebûl nakin.”
Berdevk diyar kir ku girtîmayîna xeta boriyê ne tenê bipêşketina aboriyê ya Îraqê radiwestîne, di heman demê de pêgeha kompaniyên Amerîkî yên li herêmê lawaz dike û rê li ber zêdebûna bandora Îranê vedike.
Berdevk anî ziman ku divê di demeke herî kurt de ev pirsgirêk were çareserkirin.
Boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê rêyeke alternatîf a giring ji bo gihîştina petrolê bo bazarên cîhanî dabîn dike, ku sûdê digihîne aboriya Îraqê û Herêma Kurdistanê, herwiha wan kompaniyên Amerîkî yên ku li wir kar dikin.
Vekirina wê wê sûdê bigihîne Amerîka, Herêma Kurdistanê, Îraqa federal û herêmê bi giştî.



