Li bajarê Helebê peyama Rêber Apo ji bo kongreya 12’emîn ya PKK’ê û Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi civîneke hat nîqaşkirin, di civînê de siyaseta dewşeta Tirk a dagirker û xala parçebûnê ya neyênî hate nirxandin.
Di civînê de siyasetmedar, rewşenbîr, endamên malbendê û nûnerên ji civaka sivîl beşdar bûn.
Di civînê de peyama Rêber Apo ji bo Kongreya 12’emîn a PKK’ê re, pêşkêş kiriye, ji aliyê endama malbendê Şêrîn Şêxo hate xwendin.
Piştire beşdaran nêrînên xwe der barê peyamê de parve kirin.
Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk Mihemed Şêxo axivî.
Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker siyasetek rengereng dide meşandin û got:
“Ji dîroka damezrandina komara Tirkiyeyê heta damezrandina MHP’ê gelek siyaset hate meşandin.
Lê hemû siyaset li ser qirkirina Kurdan ji dêvla dîtina çareyeke adilane ji pirsgirêka Kurdan re, li hevk kirine. “
Her wekî Şêxo destnîşan kir siyasetên dewleta Tirk hatin guhertin, lê ne xwedî pransîbekî sabit e, lewma bû sedem ku bêîstîqrariya li herêmê dirêj bibe.
Endamê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Remzî Şêxmûs got, ew bi vîzyona Rêber Apo re ya ji bo federalîzmê li başûrê Kurdistanê re ne.
Ji ber ku qebûlkirina Tirkiyeyê ya damezrandina wê, bi şertî ew tev li tesfiyekirina tevgerên rizgariyê yên şoreşgerî bibe.
Ev nîqaş wê du sibe jî dewam bikin û piştre encamnameyek were dayîn.



