Çalakiya rûniştinê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku her Çarşem li ber avahiya NY’î li Swîsreyê tê lidarxistin di hefteya 232’an de bi biriyardarî dewam kir.
Çalakiya ku ji 25’ê Çileya 2021’ê ve dest pê kiriyê, 232 hefte li pey xwe hişt.
Di vê hefteyê de, şehîd Rojda Bîlen û Metîn Tetîk ku di demên cûda de li Herêmên Parastina Mediya şehîd bûn, hatin bibîranîn.
Her wekî kadroyê pêşeng şehîd Alî Haydar Kaytan û 33 rewşenbîrên ku di Otela Madimakê de hatin qetilkirin hatin bi bîr anî.
Piştî deqeyek rêzgirtin, endamê qomîteya amedekar Veysel Kuşkanadi daxuyaniyek da.
Kuşkanadi diyar kir ku hikumeta AKP’ê bangên diyalogê hîna jî ji nedîtî ve tê û banga hevdîtina rasterast û destpêkirina pêvajoya diyalogê kir.
Kuşkanadi bang li gelê Tirkiyê jkir ku li hemberî vrewşa bêdengiyê daxwaza aştiyê bilin bikin û jiyana demokratîk biparêzin.
Nobeda Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 681’ê de ye
Li aliyekî din, Çalakiya “Nobeda Azadiyê” ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê di hefteya 681’ê de dewam kir.
Çalakî bi koma ji Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya Cenevreyê, dewr hat girtin.
Çalakvanan bang li Kommîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê kirin ku ji bê dengiya xwe derkevin û gotin:
“Heta ku Rêbertî ji aliyê fîzîkî ve azad bibe û pirsgirêka Kurd bi rengekî aştiyane û bi rûmet çareser bibe.
Em ê çalakiya xwe dewam bikin.”



