Şaniyên çeteyên DAIŞ’ê erişî navendeke Hêzên Ewlekariya Hundirî li Dêrazorê kirin, di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariyê birîndar bû.
Têkildarî mijarê navenda ragihandin û çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirî daxuyaniyek da.
Di daxuyniyê de wiha hate gotin:
“Îro di saet 12:00’ê piştî nîvro, şaneyê çeteyên DAIŞ’ê erişî navendên me yên ewlehiyê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê kir.
Şaneyên ku ji du çeteyên li ser mororsiklête pêk dihat endamekî me dema li ser erka xwe bû, kir hedef.
Di encamê de endamê me bi du guleyan li dest û singê xwe birîndar bû.”
Hêzên Ewlekariyê destnîşan kir ku endamê xwe yê birînadar ji bo tedawiyê kirinê rakirin nexweşxaniya kantona Cizîre.
Di dawiyê de, Hêzên Ewlekariyê teqez kir ku ew heta eşkere kirina êrişê têkoşîna xwe bi domîne û hemû êrişan têk bibe.



