7 metre av ji rêjeya avê ya bendafa Firatê kêm bûye.
Ji ber vê yekê jî bendava Firatê wê di demeke nêz de rûbirûyî gefa derketina ji xizmetê were.
Ev yek li ser beşên çandinî, enerjî û jîngehê xeteriyek e.
Ev jî bû sedema ku herêm nêzî karesateke mirovî be ku di dîroka nû ya herêmê de tu carî nebûye.
Hêjî dewleta tirk ava çemê Firatê wek tê xwestin ber bi axa Sûriyê û Iraqê ve ber nade.
Bendava Firatê ku li Sûriyê ye, her diçe rêjeya ava wê kêm dibe û eger bi vî rengî biçe dibe ku dema pêş ji xizmetê derkeve.
Desteya Enerjiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava ku di Gola Firatê de hebû, ji bo dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên niştecihan, xerç dike.
Ev jî bû sedema ku herêm nêzî karesateke mirovî be ku di dîroka nû ya herêmê de tu carî çê nebûye.
Derbarê vê yekê de berpirsê Rêveberiya Bendavan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îmad El- Ubêd axivî û got:
Berpirsê Rêveberiya bendavan: bendava firatê nêzîkî “asta mirî” dibe
“Mîqdara ava niha ber bi herêmê ve diherike winda dibe, ji ber ku rêjeya hilmbûnê bi tena xwe di çirkeyekê de 80 metredam e.
Asta ava Gola Firatê ji 7 metreyan zêdetir daketiye û bendav gihîştiye astek krîtîk.
Ji sedî 80 ji depoya stratejîk a golê hatiye xerckirin û êdî bendav pir nêzîk maye bigihîne “asta mirî”.
Ev jî tê wateya xebat bi tevahî were sekinandin.”
“Bi kêmbûna avê re dabîkirina kehrebeyê daketiye kêmî 10 saetan”
Hevserokê Desteya Enerjiyê ya Kantona Tebqayê Macid El-Ebdo jî diyar kir ku di destpêka vê salê de, dabînkirina kehrebê heta 16 saetan di rojê de hebû , lê bi kêmbûna berdewam a dabînkirina avê re, saet pêxistinê daketiye kêmî 10 saetan.
Hat zanîn ku Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser bi Wezareta Enerjiyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyê re lihevkirinek çêkiribû, da ku hevkariya di beşa enerjiyê de were xurtkirin. Lê ev lihevkirin heta niha neketiye pratîkî.
“Kêmbûna ava çemê Firatê bû sedema ku erdên çandiniyê ji xizmetê derkevin”
Der barê beşa çandiniyê de, hevserokê Komîteya Çandinî û Sewalvaniyê ya kantona Tebqayê Ehmed El-Ebid destnîşan kir ku kêmbûna zêde ya avê ji çemê Firatê bûye sedema ku gelek erdên çandiniyê ji xizmetê derkevin .
Her wiha Ehmed El-Ebid diyar kir ku projeyên pompekirina avê, ku berê 24 demjimêran dixebitin, niha tenê 12 demjimêran dixebitin.
24’ê Gulanê, Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Ewn Ebdullah ragihand ku Iraq bi Tirkiyê re lihevkirinek kiriye da ku mîqdara ava ku Tirkiye ji bo şemê Firatê berdide vegerîne asta 500 metrekupî di çirkeyê de.
Lê Tirkiyê pabendî vê lihevkirinê nebû û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li hember vê karesatê ku gefan li jiyana milyonan Sûriyeyan bê deng e.



