Li Kalîforniyayê di depoyeke fîşekên hewayî de teqîm çêbû, di encamê de 7 kes winda bûn û 2 kes jî birîndar bûn.
Berpirsên ayaleta Kalîforniyayê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku li bajarê Esparto hemwextî amadekariyên pîrozbahiyên Roja Serxwebûnê (4 Tîrmeh) di depoyeke fîşekên hewayî de teqîn çêbû.
Di encamê de 7 kes winda bûn.
Li gorî Rêveberiya Agirkujiyê ya eyaletê di teqînê de 2 kes bi giranî birîndar bûne û veguhestine nexweşxaneyan.
Rêveberiya Agirkujiyê da zanîn ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê bi hevkariya xwediyê depoyê, ji bo dîtina kesên winda bê rawestan dixebitin.
Li gorî serokê rêveberiyê Curtis Lawrence, ji ber hebûna fîşekên hewayî yên ku dibin sedema teqînan, xwe gihandina depoyê zehmet e. Her wiha da zanîn ku ev yek rewşê pir tevlihev û xeternak dike.
Li hin bajarokên din, teqandina fîşekên hewayî yên ku ji bo roja Înê hatibûn plankirin hatine betalkirin.



