Duh êvarî li girava Balî ya Endonezyayê, ferîbotek noqî avê bû. Di encamê de 4 kes mirin û 38 kes jî winda ne.
Rayedarên Endonezyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku şevê din ferîbotek ku 65 kes tê de bûn, li nêzî girava Balî noqî avê bûye.
Li gorî daxuyaniyê, di ferîbotê de 53 rêwî, ekîbeke ku ji 12 kesan pê dihat û 22 wesayît hebûne.
Polîsê bajarê Banyuwangi yê li rojhilatê Javayê ragihand ku 23 kes hatine rizgarkirin, 4 kesan jiyana xwe ji dest daye, her wiha 38 kes jî hîna winda ne.
Di Adara îsal de jî keştiyek li nêzî girava Baliyê noqî avê bûbû û di encamê de jineke awistralyayî miribû û çend kesên din jî birîndar bûbûn.



