Li gorî çavkaniyên tenduristiyê, ji berbanga îro ve di êrişên Îsraîlê yên Ii ser Xezayê de 63 kes hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê êvara Çarşemê bidawîhatina “Operasyona Erebeyên Gideon” û destpêkirina “Operasyona Şêrî Radibe” ragihand.
Li aliyekî behisa agirbestê tê kirin li aliyê din jî şer dewam dike.
Careke din balafirên Îsraîlê Xezayê bombebaran kir.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ji vê sibehê ve di êrişên Îsraîlê yên Ii ser Xezayê de 63 kes hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Filistînê diyar kir ku artêşa Israîlê li dibistana Mistefa Hazfir a li rojavayê Xezayê ku koçber lê dimînin, komkujî kir.
Di encamê de 13 kes hatine kuştin.
Her wiha Navendê eşkere kir ku di êrişeke din a li dijî kampa Mewasî ya li Xan Yûnisê de 8 welatî hatin kuştin û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûn.
Her wiha destnîşan kir ku di bombebarana li nêzî eniya Netzarîmê ya li başûrê bajarê Xezayê de 6 kes ku li benda wergirtina alîkariyan bûn, hatin kuştin.
Li gorî heman navendê, artêşa Îsraîlê Çerxerêya Beyt Lahiya jî topbaran kir.
Li wir jî di encamê de 3 kes hatin kuştin.
Her wiha eşkere kir ku di êrişa li devera Cîbalya ya bakurê Xezayê de 3 kes birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneya Serayayê.
Hate zanîn ku di êrişa Îsraîlê ya li dijî taxa Mecayîda ya kampa Mewasî de 3 kes hatin kuştin û hin kes jî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê: Şerê li dijî Xezayê derbasî qonaxeke nû bûye
Artêşa Îsraîlê destpêkirina qonaxeke nû ya şerê li dijî Xezayê ragihand û diyar kir ku Operasyona “Erebên Gideon” bi dawî bû û qonaxa “Şêr Radibe” dest pê dike.
Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz diyar kir ku armanc ew e, vegerandina girtiyan û misogerkirina ku Hamas li vir nemîne, werin bidestxistin.
Yisrael Katz teqez kir ku ew ji vê armancê gav paşde naavêjin, wiha got:
“Vegerandina girtiyan û bidestxistina serkeftinê mîsyona me ye ku dest jê nayê berdan.
Em berdêla ku me daye fêm dikin. Dibe hûn bibînin ku Hamas neguheriye; ew bi berdewamî hewl dide vegere rewşa xwe ya berê.”
Wezîrê parastinê piştrast kir ku Hemasê di pêngava dawî de jî plan dikir ku alîkariya Îranê bike û plana xwe ya ji bo tunekirina Îsraîlê pêk bîne.
Li aliyekî din hat ragihandin ku li taxa Şûcaiyê ya rojhilatê bajarê Xezayê di 24 saetên dawîn de gelek êriş li dijî artêşa Îsraîlê hatin kirin.
Hate diyarkirin ku di encama van êrişan de fermandarek hat kuştin û 3 leşker birîndar bûne.



