Li navçeyên Çeşme û Odemîşê yên Îzmîrê ji ber şewatê gelek tax hatin valakirin. heta niha Dewelta Tirk nekarî şewata daristanan kontirol bike.
Şewata ku 2’ê Tîrmehê li taxa Ildir a Çeşmeyê li qada zîreetê destpê kir heta niha li qadên daristan dewam dike.
Heta niha jî Dewelta Tirk nekarî şewata daristanan kontirol bike.
Taxên Ildir, Germiyan û taxa Nohutalan a Ûrlayê jî ji ber xeteriyê hatin valakirin.
Bi hinceta ewlekariyê rêya bejahî ya Îzmîr-Çeteyê hate girtin.
Li Odemîşê şewata ku êvara Çarşemê li qada Manastir a taxa Tosûnlarê li qada daristanî destpê kir bû di demeke kurt de gihîşt taxa Sûçikti.
Waliyê Îzmîrê Suleyman Elban li ser şewatê daxuyanî da û anî ziman ku şewat ji ber xeta eletkrîkê derketiye.



