Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku wan di hindirê Kampa Holê de çeteyekî ku berî niha li dijî Artêşa Iraqê şer kiriye, girt.
Li tenişta vê yekê, Hêzên Taybet yên Girêdayî Hêzên Ewlekariya Hindirîn, li Dêra Zorê, şaneyeke DAIŞ’ê zeft kir.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê eşkere kir ku tîmên wan yên teybet TOL doh li kama Holê bi hevkariya koalisyona Navneteweyî çete Sebah Hemadî El Ciyad ku bi navê Ebî Ebûd tê naskirin, girt.
QSD’ê diyar kir ku çeteyê girtî peywendî bi çeteyan re dikir, hewl dida kesan tevlî DAIŞ’ê bike.
Hêzên taybet HAT li Rojhilatê Dêra Zorê şaneyek daiş’ê girt
Her wekî Hêzên Taybet yê HAT’ê jî 23’ê Hezîranê, bi operasyoneke taybet, çeteyên şaneyeke DAIŞ’ê li rojhilatê Dêrezorê girtin.
Hêzên Ewlekariyê diyar kir çete bi bihaneya “zekatê” pere kom dikirin û gef li xelkê dixwarin.
Bi çeteyan re hejmarek çek jî hat desteserkirin, şane ji bo dadgehê hate şandin.



