Li bajarê hesekê bi armanca avakirina pergala demokratîk û wekhev, îro Kongra Star konferansek teyabt a pergala Hevserokatiyê li dar xist.
Di Konferansê de, diyar kirin ku dewreyên perwerde ji bo hevserokan werin zêdekirin û ev sîstem li tevahî Sûriyeyê berfireh bibe.
Di konferansê de 350 delege ji Hevserokên Meclis, Saziyên Civaka Sivîl, nûnerên partiyên siyasî û leşkerî amade bûn.
Konferans bi nîqaşên li ser girîngiya pirojeyê û ev piroje ji bo Sûriyeya nû wê çareserî û bersiva pêvajoyê be, bi dawî bû.



