Malbenda Heleb a Rewşenbîrî duh li hev civiya. Li ser peyama siyasî ya ku Rêber Apo pêşkêşî kongreya 12’emîn a PKK’ê kir nîqaş kir û îro bi encamnameyekê bi dawî bû.
Panela Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî du rojan ajot.
Di panelê de siyasetmedar, rewşenbîr û endamên malbendê amade bûn.
Di roja 2’yemîn de nîqaş li ser têgînên modernîteya demokratîk hat kirin.
Di encamnayê de hat diyarkirin ku di gelek mijarên diyarkirî de di çarçoveya fikrên Rêber Apo de semîner werin dayîn.
Her wiha biryar hat girtin ku li dijî mezhebperestî, xîtaba nefretê kampanyayeke sîstematîk û rêxistinkirî bê meşandin û ji bo pêkhateyan Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo bê şîrovekirin.



