Saturday 2026/06/13
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Kyiv: Êrîşeke dijwar bi dronan li ser paytexta Rûsyayê

July 4, 2025
in CÎHAN
A A
“Rûsya bi dronên Îranê êrişî Ukrayna dike”
Share on FacebookShare on Twitter

Hêzên Rûsyayê şêva borî êrişeke berfireh li dijî Kîev û bajarên Dnipro, Sumy, Kharkiv û Chernihiv ên Ukraynayê pêk aniye.
Rayedarên Ukraynayê diyar kir ku di êrişê de bi kêmanî 23 kes hatine kuştin û hin dron û mûşek hatin bêbandorkirin.
Her wiha aşkera kirin ji ber bombebaranê li gelek deveran şewat derket û avahiya balyozxaneya Polonyayê ya li paytextê jî zirar dît.

Rayedarên Kîevê ragihandin ku paytexta Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê bi dehan balafirên bêmirov ên şer hatiye bombebaran kirin.

Serokê rêveberiya leşkerî ya bajêr Timur Tkachenko, destpêka êirşê li ser Telegramê eşkere kir ku li navçeya Solomensky çend agir hene.

Paşê hate piştrastkirin ku hemû agir di avahiyên niştecihbûnê de bûn.

Her wiha Tkachenko anî ziman dibe ku qurbanî hebin lê hûrguliyên din nedan.

Zirara ji dronan li herî kêm çar navçeyên din jî hate ragihandin.

Dengê agirê dij-balafiran bi saetan li bajêr dihat bihîstin.

Li gorî Hêzên Hewayî yên Ukraynayê, artêşa Rûsyayê herî kêm mûşekek hîpersonîk jî bikar aniye.

Di êrişa Rûsyayê li dijî Ukraynayê 23 kes hatin kuştin

Berê, parêzgarê herêma Donetskê Vadym Vilashkin ragihand ku di êrişên Rûsyayê yên li herêma rojhilatê Ukraynayê de herî kêm 5 kes hatine kuştin.

Di encamê de 12 kesên din jî birîndar bûn.

Li bajarê Pokrovsk ê ku li nêzî xeta pêşîn e 2 û li gundên Belenky û Ilyinivka jî 3 kes hatin kuştin.

Vilashkin dîsa bang li niştecihên mayî yên herêmê kir ku herin deverên ewle.

Ukrayna ji sê salan zêdetir e ku bi piştgiriya Rojavayî li dijî dagirkirina berfireh a Rûsyayê şer dike.

Amerîka dê alîkariyên leşkerî yên ji bo Ukraynayê rawestîne

Di vê çarçoveyê de, Koşka Spî biryar da ku hinek alîkariyên çekan ên girîng ji bo Ukraynayê rawestîne.

Şandina hinek cebilxaneyên girîng ku di nav de sîstemên parastina asmanî hatin rawestandin.

Hêjayê bi bîrxistinê ye ku sîstemên parastina asmanî di dema birêvebiriya Joe Biden de soz li ser hatibûn ku ji Ukraynayê re bişîne.

Biryar piştî êrişên mûşekî û dronan ên Rûsyayê yên li ser xeta eniya şer hat, ku van hefteyên dawî dest pê kir.

Pispor balê dikişînin ku ev encam dikare ji bo kapasîteya parastina asmanî ya Ukraynayê bibe sedema encamên cidî.

Alîkara Berdevkê Koşka Spî Anna Kellyê di daxuyaniyekê de anî ziman:

“Ev biryar piştî nirxandina piştgiriya leşkerî ya gerdûnî ya Wezareta Parastinê, bi mebesta ku berjewendiyên Amerîkayê di ser her tiştî re bigire hatiye dayîn.”

Kêmkirina alîkariya leşkerî, di heman demê de wekî nîşana vegera li xeta siyasî ya ku di dema serokatiya Donald Trump de hate sepandin.

Armanc ji vê yekê ew bû Rûsya û Ukraynayê neçar bike ku dan û standinên aştiyê bikin.

Previous Post

DOSYA-Danasîna bajarên Sûriyê-Amûdê

Next Post

Jinên Elewî bi revandin û destdirêjiyê re rû bi rû ne

Weşana girêdayî

Civîna Fîdan-Barack: Peyameyên nû li ser xeta Enqere-Washingtonê
CÎHAN

Civîna Fîdan-Barack: Peyameyên nû li ser xeta Enqere-Washingtonê

Li zanîngeha Turîn a Îtalya sempozyûm di roja 2’an de ye
CÎHAN

Li zanîngeha Turîn a Îtalya sempozyûm di roja 2’an de ye

Li Tengava Hurmuzê careke din çûn û hatinê dest pê kir
CÎHAN

Li Tengava Hurmuzê 2 dronên Îranê hatin xistin

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye