Wezîrên karên derve yên Amerîka û Sûriyê derbarê rakirina cezayên li ser Sûriyê axivîn.
Wezareta Derve ya Amerîkayê got ku wê Amerîka çavdêriyê li lîsteya terorê ya Sûriyê bikin.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê got ku “Rubio tekezî li ser tundkirin û hiştina cezayên li ser Beşar Esed û hevkarên wî kiriye.”
Bruceyê destnîşan kir ku Wezîrên karên derve yên Amerîka û Sûriyê her wiha li ser teror, Îran û pêwendiya di navbera Sûriye û Îsraîlê de axivîne.



