Li gorî malpera dengê binçavkiriyên Kurd û Îranê, rojnamevana Kurd ya bi navê Muderîs Gurcî 8 mehin di beşa jinan ya girtîgeha Sine de dibin qedexekeyek tund de tê ragirtin.
Li gor wê, jina Kurd ji mafê xwe bê par tê hiştin û rewşa wê ne baş e.
Çavkaniyê ragihand ku Muderîs ji mafên xwe yên sereke jî tê bêparhiştin ev yek hat gotin:
“Peywendiya telefonê û dema derve hatiye sînordarkirin.
Girtiya siyasî dibin çavdêriyek tund deye, guh didin guftugoyên wan, rê nadin biçin odeya pirtûkan”
Muderîs jinek rojnamevan ya Kurde û di dema şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibû binçavkirin.
Di Hezîrana 2024’an de Dadgeha Şoreş bi tometa ‘belavkirina agahiyên ne rast’ 12 sal cezayê girtîgehê lê birî.
Piştre ev ceza ji aliyê Dadgeha Sine ve ji bo 16 mehan hate kêmkirin.
Muderîs Gurcî xelkê Sineye û ji aliyê medya cîhanê BBC ve weke yek ji 100 jinên bi bandorê ên cîhanê yên sala 2024’an ve hatiye nasandin.



