Çalakvana mafên jinan Julya Parsî ku ji aliyê Talîbanê ve hatiye girtin, di derbarê şert û mercên jinên girtî yên di bin destê Talîbanê de daxuyaniyek belav kir.
Çalakvana Efganî Julya Parsî ragihand ku Talîban bi destdirêjiyê gefan li jinên girtî dixwe û dibêje: “Talîban dixwaze bi gef û êşkencekirina girtiyên jin, çalakvanên jin bêdeng bike.”
Julya Parsî ragihand ku girtî di girtîgehên Talîbanê de bi tundî tên êşkencekirin, bi girtin û tacîzkirina malbatên wan jinên girtî tên tehdîtkirin ku yek ji awayên herî zêde yên îşkenceya derûnî ya li girtîgehên Talîbanê tê kirine.
Çalakvan Julya Parsî li ser êşkenceya fîzîkî û derûnî ya ku li ser wê hatî pêkanîn kir û wiha got:
“Di dema binçavkirina min de, gef li min xwarin ku keçên min bigirin û destdirêjî li wan bikin.
Bi şokên elektrîkê êşkence li min kirin.”
Julya Parsî destnîşan kir ku Talîban dixwaze bi gef û êşkencekirina girtiyên jin, dengê çalakvanên jin bêdeng bike.
Çalakvana mafê jinan Julya Parsî di sala 2022’yan de li bajarê Kabul yê Efganistanê ji aliyê hêzên Talîbanê ve hate binçavkirin û 3 mehan hate girtin.
Yek ji çalakvanên ku li dijî kiryar û siyasetên Talîbanê yên li welat nerazîbûn nîşan dideye.



