Derheqê lihevkirina Şam û Israîlê de agahiyên veşartî belav dibin.
Televezyona i24NEWS eşkere kir ku lihevkirina herdu ne bê beramber e.
Li gor televezyonê, wê Şam yek ji sêyên para Colanê bixwaze heta ku erê bike.
Heman TVyê da zanîn ku senaryoya yekem ew e ku Colan bibe sê beş, beşek di destê Israîlê de û yek ji di bin serweriya Sûriyê de û yê sêyem ji hêla Israîlê derdora 25 salan were kirêkirin.
Senaryoya duyem jî ew e ku 2 beş di destê Israîlê de bin û beşekî jî di destê Şamê de be.
Berî niha Wezîrê Derve yê Israîlê got ku eger ew bi Şamê re li hev bikin jî wê Colan di destê Israîlê de bimîne.
Çapemeniya Israîlê dibêje ku hevdîtinên rasterast di navbera Israîl û rayedarên Şamê de çêdibin.



