Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM bi daxuyaniyekê girtina Kurdan li Şamê şermezarkir û got:
“Bêyî zuhniyeteke demoqratîk welateke demoqratîk ava nabe”
Di berfirehiya daxuyaniyê de TEV-DEM teqezî bi hevgrtina tevahî pêkahtiyên Sûriyê û pirrengiya wê kir û destnîşan kir ku ji bo vê hevgirtina pirrengî berdêl giran da û rêjîmek bi temenê 60 salî hilweşand.
TEV-DEM diyar kir ku bi girtina Kurdan, kuştina Elwiyan û koçberkirina Durziyan ji taxên wan yên resên, wê Sûriyê bêtir ber bi rewşek nediyar û metirsîdar de biçe.
Her wekî TEV-DEM balkişand li ser revandin û binpêkirinên li dijî Kurdan li herêmên dagirkirî û destnîşnakir ku ev kiriyar binpêkirineke ji peymana di navbera fermandariya giştî ya hêzên QSD’ê û hikûmeta veguhêz de.
Di dewamiya daxuyaniyê de, TEV-DEM girtina Kurdan, rojnamevan û siyasetmedaran li Şam bi tundî şermezarkir û diyar kir ku hikûmeta veguhêz di serî de berpirsê kiriyarên girtinê ye.
TEV-DEM di dawiyê de anî ziman ku bêyî zuhniyeteke demoqratîk welateke demoqratîk ava nabe û bang li hikûmeta veguhêz kir ku demlidestê welatiyên Kurd berdin.



