HPG nasnameya 5 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne eşkere kir.
HPG got. “Hevrêyên me her tim wê dilê hevrêyên xwe û gelê me de bijîn.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 gerîlayên xwe yên şehîd eşkere kir.
HPG’ê diyar kir ku Viyan, Ronahî, Akîf, Bêrîvan û Çiya sala 2018’an li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn û got:
“Hevrêyên me Viyan, Ronahî, Akîf, Bêrîvan û Çiya di sala 2018’an de ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe ji bo tasfiyekirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê êrîş dikir,
bi îradeyeke xurt şerekî dîrokî meşandin û bersiva êrîşên dijmin dan.
Bi têkoşîna xwe nirxên ku wê timî zindî bin, diyarî gelê me kirin.
Hevrêyên me yên hêja bi ked, hewldan û fedakariyeke mezin şerê azadiyê meşandin û ev yek îro ji bo gelê me deriyê azadiyê vedike.
Ew ê her tim di dilê hevrêyên xwe û gelê me de bijîn.”
HPG’ê sersaxî ji malbata her 5 şehîdan û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest û soza da ku ew ê bîranîna şehîdên xwe li Kurdistana azad bidin jiyîn.
Li gorî daxuyaniyê agahiyên derbarê nasnameya şehîdan da bi vî rengî ne:

Nasnav: Viyan Êriş
Nav û Paşnav: Halîme Akboga
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik – Bav: Remziye – Alî
Cih û Dîroka Şehadetê: Kanûna 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
****

Nasnav: Ronahî Zîlan
Nav û Paşnav: Rûken Kaplan
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik – Bav: Gulçîmen – Behrem
Cih û Dîroka Şehadetê: Kanûna 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
****

Nasnav: Akîf Yilmaz
Nav û Paşnav: Şahîn Recaî
Cihê Jidayikbûnê: Maku
Navê Dayik – Bav: Xanim – Musa
Cih û Dîroka Şehadetê: Kanûna 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
****

Nasnav: Bêrîvan Gever
Nav û Paşnav: Rena Atîlla
Cihê Jidayikbûnê: Gever
Navê Dayik – Bav: Nesîbe – Enver
Cih û Dîroka Şehadetê: Kanûna 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
****

Nasnav: Çiya Erîwan Rûbar
Nav û Paşnav: Hasret Bîlgî
Cihê Jidayikbûnê: Tekîrdag
Navê Dayik – Bav: Zelîha – Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Kanûna 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê



