Şandeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî da malbata zarokê ku di bûyereke li bendeke kontrolê de jiyana xwe ji dest daye. Şandeyê diyar kir ku hêzên wan lêpirsîneke berfireh daye destpêkirin û dê tedbîrên qanûnî yên pêwîst bigire.
Li bendeke kontrolê ya li kantona Reqayê bûyerek rû da, di encamê de zarokê bi navê Elî El Ewnî jiyana xwe ji dest da. Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê bûyerê de tedbîrên lezgîn girtin.
Şandeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku ji nûnerên Ofîsa Têkiliyan û Meclisa Rûspiyan pêk tê, serdana malbata zarok kir û sarsaxî da malbatê.
Şandeyê tekez kir ku dezgeha ewlehiyê dê ji berpirsê bûyerê hesab bipirse. Her wiha da zanîn ku saziyên têkildar lêpirsîneke berfireh daye destpêkirin.
Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn tekez kir ku kesê sûcdar dê li gorî zagonan were darizandin.
Şandeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn tekez kir ku parastina sivîlan, bi taybetî zarokan, erkdariya wan e û saziyên ewlehiyê dê berpirsyariya xwe ya parastina hemû beşên civakê pêk bînin.



