QSD’ê ragihand ku fermandar Egîd Têkoşer di qezaya trafîkê de û şervan Dilsoz Kobanê di qezaya perwerdeyê de şehîd bûne.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hevreyên me Egîd Têkoşer (Silêman Silêman) li herêma Şedadê di qezaya trafîkê de û Dilsoz Kobanê (Elî Mihemed El Ehmed) di qezaya perwerdeyê de şehîd bûne.
Hevrêyê me Egîd di destpêkê de tev li hêzên me bû û beşdarî gelek dewreyên perwerdeyê yên leşkerî, siyasî û bîrdozî yên profesyonel bû. Ji perwerdeyan zanîn û ezmûnek berfireh bi dest xist, bû fermandarekî meydanî ku berpirsiyariyên mezin hildigire.
Li gelek eniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar kir, beşdarî pêngavên rizgarkirina Dêrazorê bû.
Di şer û berxwedana li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê de li pêş bû. Ew di hunera şer, dorpêçkirina dijmin û danîna kemînan de fermandarekî nimune bû.
Her tim hevalên xwe ji dijminên xedar diprast.”
Di dewam daxuyaniyê de der barê şehîd Dilsoz Kobanê de jî wiha hate gotin: “Tevî ku nû tev li refên hêzên me bûbû, lê di performans û guhertina kesayetiya xwe de astek girîng a pêşkeftinê nîşan daye.
Bi beşdarbûna xwe di dewreyên perwerdehiyê yên dijwar de, guhertinek girîng di awayê fikirîn û tevgerên xwe de çêkiriye, bûye şervanek ku bi hemû hêza xwe dixwaze ax û gelê xwe biparêze.
Erk û berpirsiyariyên parastina ewlehî û aramiyê li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtiye ser xwe, bêyî ku bêzarî an nerazîbûnek li hember van erkan nîşan bide, lê erka xwe bi rêk û pêk bi cih dianî.
Hevrêyê me Dilsoz xwedî rihê rêhevaltiyê yê bilind bû.
Bi durustî û dilnizmiyê jî dihat naskirin. Di nav hevrêyên xwe de mînakek dilsozî û rastgoyî bû.
Ew qet ji pêkanîna erk û peywirên xwe xwe nedida alî, lê her tim li pêş bû. Pir caran bi dilxwazî erkên hevalên xwe pêk dianî.
Lew ra nêzîkî heval û fermandarên xwe bû. Şehadetê şopeke mezin li hevalên wî çêkir.
Bila serê malbatên her du şehîdan û tevahiya şehîdan sax be. Em teqez dikin ku em ê rêya şehîdan bidomînin heya ku hêvî û armancên wan pêk bînin.”



