Komaleya Miştenûrê ya Windahiyên Firat û Minbicê li navenda xwe ya Kobanê civînek li dar xist.
Di civînê de hat diyarkirin ku komên çekdar û çeteyên DAIŞ’ê ji salên 2011 heta 2018’an tenê ji bajarê Kobanê nêzî 500 kesî revandine û hêna jî aqûbeta wan ne diyar e.
Civîn li navenda Komaleyê ya li Kolana 48’an a Kobanê hat lidarxistin û aqûbeta kesên hatine revandin û windakirin hat pirsîn.
Bi sedan malbatên windahiyan beşdarî civînê bûn.
Rêveberê Komaleyê Mehmûd Zîto axivî û diyar kir ku hêviya wan heye ku yên winda dîsa vegerin.



