Malbatên şehîdên YPG’ê û YPJ’ê ên enternasyonalîst, li bajarê Frankfurt ê Almanyayê hatin cem hev.
Di merasîmê de şehîdên azadiyê hatin bibîranîn û li ser girîngiya hevgirtin û têkoşîna enternasyonalîst axaftin hatin kirin.
Bi sedan kes û malbatên enternasyonalîstên ku di nava refên YPG û YPJ’ê de şehîd bûne, ji welatên wekî Ewropa, Emerîka, Îngilistan, Fransa, Elmanya û Awûstralyayê beşdarî merasimê bûn.
Di merasîmê de Dilsoz Bahar (Kevin Joachim) a ku di sala 2015’an de li bajarokê Silûkê di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bû hate bibîranîn.
Rojnamevan Sefkan Kobanê, siyasetmedar Pero Dundar, di merasîmê de axivîn û bal kişandin ser girîngiya piştgirî û têkoşîna navneteweyî.
Malbatên şehîdan jî axivîn û behsa têkoşîna zarokên xwe kirin û girêdana xwe ya bi Şoreşa Rojava re anîn ziman.



