Însiyatîfa Azadiya Rêber Apo li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê bi navê “Di Felsefeya Rêber Apo de Netew-Dewlet û Rehendên Wê” civînek li dar xist.
Di civînê de endamên partiyên siyasî û kesayetên serbixwe amade bûn.
Têgîna netew-dewletê hat bidestgirtin. Netew-dewlet wekî hêmana kapîtalîzmê hat bidestgirtin û bi rengê yek ji sedemên pirsgirêkên civakî hat îfadekirin.
Her wiha, hat destnîşankirin ku peywendiya di navbera dewlet, miletperestî û kapîtalîzmê de dibe sedem ku hemû avaniya civakî û aborî li mêtingeriyê, kedxwariyê vebe.
Bal hat kişandin ku bi qasî kapîtalîzmê analîza netew-dewletê jî pêdiviyeke sereke ye.
Piştî ku têkildarî netew-dewletê semînerek hat dayîn, têkildarî wateya têgîna netew-dewletê vîdeoyek hat temaşekirin.
Dûvre beşdaran dest pê kirin li ser têgîna “netew-dewlet”ê nîqaş kirin.



