Di çarçoveya civînên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi gel re vê carê li Eyn Îsayê bûn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi şêniyên Eyn Îsayê re civiya û li daxwaz û rexneyên wan guhdarî kir.
Civîna ku bi armanca guhdarkirina li daxwaz û giliyên şêniyan bi amedebûna gelek kesan birêve çû.
Li wir, ji rêveberên Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn Dewran El Haşimî bang li şêniyan kir ku nekevin lîstonên fitne û şerê taybet ê ku tê kirin.
Beşdaran jî xwest ku çekên bê destûr di destê xelkê de nemîne, gule neyên teqandin û têkoşîna li dijî bazirganiya madeyên hişbir xurtir bibe.



