Desthilat Tirk li hemberî kuştina jinan ya rojane bêdngiyê hildibjêre.Daneyên kuştin û tundiya ji bajarên Tirkiyê û Bakurê kurdistanê derdikeve rewşa metirsîdar eşkere dike.Li gorî çeteleya meha Hezîranê a JINNEWS’ê 19 jin û zarokek hatine kuştin.
Ajansa nûçeyan ya JINNEWS’ê ragihand ku rêjeya tundiyê ji daneyên berhevkirine zêdetire û got:
Saziyên fermî daneyên kuştinê bi awayekî zelal parve nakin.
Nûçe û daneyên sînorkirî yên di çapemeniyê de bi tevahî wêneyê heyî nîşan nadin.
Li gorî çeteleya meha hezîranê ya ku ajansa me amade kiriye 19 jin û zarokek hatine kuştin, 6 jin û 4 zarok jî biguman jiyana xwe ji dest dane.
5 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî, 2 jin ji aliyê xizmên xwe ve, 2 ji aliyê mêrê jê veqetiyaye, 3 jin ji aliyê kesê nas nakin ve, gumanbarê 3 jinan nayê zanîn, 2 jin ji aliyê kurê xwe ve û 2 jin ji aliyê mêrê pê re dijîn hatine kuştin.
Bajarê herî zêde bûyerê kuştinê lê rû daye jî Edene ye.
Li wir di mehkê de 4 jin hatine kuştin.



