4 roj e şewatên li daristanên çiyayê Laziqiyê dewam dikin.
Tîmên parastina sivîl yên Urdun gihaştin Sûriyê û beşdarî vemirandina agirê li Laziqiyê bûn.
4 roj e li ser hev hewldanên vemirandina şewatê têne kirin.
Ji ber dûmana zêde ya şewatê rêya di navbera Laziqiyê û Tirkiye de hat girtin û stasyona ceyranê ji xizmetê derketiye.
https://x.com/i/status/1941796857912447483
Vê sibê Tîmên Parastina Sivîl a Urdunê di rêya deriyê sînor ê Nesîb li Derayê gihîştin Sûriyeyê.
Tîm ber bi Parêzgeha Laziqiyê ve çûn da ku alîkariya vemirandina agirên daristanan bikin.
Her wiha tê plankirin ku balafirên Urdunê jî beşdarî hewldana vemirandina agir bibin.



