Ciwanên bajarê Tebqayê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên malbatî û li dijî xwekuştin semînerek lidarxist, di civînê ciwnan banga xurtkina têkoşîna li dijî şerê taybet kirin.
Civîn bi pêşengiya Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat.
Civîn bi durişmeya “Tu ne bi tenê yî, bi hev re li dijî xwekuştinê” li navenda Meclisa Gelan hat lidarxistin.
Tevgerên ciwanên, Yekîtiya Jinên Ciwan, partî û meclisên civaka sivîl yên bajarê Tebqayê beşdarî civînê bûn.
Di civînê de, sedemên xwekuştinê encamên wê, rêyên çareseriyê ji rêgirtina li ber van sedeman hate nîqaşkirin.
Têkildarî mijarê hevseroka Desteya Ciwanan û Werzîşê Losîn Ebdullah axivî.
Losîn diyar kir ku şer û aloziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hiştin ev diyarde mezintir bibe bi taybetî di nav jin û ciwanan de.
Losîn got, sedemên civakî weke tenêtîû biçûkxistin, li kêlek sedemên çandî dibin sedema bûyerên xwekuştinê.
Ciwanan jî bal kişand ser bandora şerê taybet li ser ciwanan nexasim bi rêya madeyên hişbir, teknolojiyê û tenahiya civakî.
Di dawiyê de,ciwanan teqezî bi xurtkirina çalakî û semînerên ji bo hişyarkirina gel û ciwanan kirin, da ku ev mijar bê tunekirin.



