Li Çiyayê Gare yê li sînorê navçeya Dêrelok ya ser bi Amêdiyê ve şewatek mezin derketiye.
Hate ragihandin ku heta niha ji bo vemirandina agir ti hewldan nehatiye kirin.
Çavkaniyeke herêmî ji gundê Mehîdî diyar kir ku agirek bi çiyayê Garê ketiye û her diçe berbelav dibe.
Çavkaniyê dazanîn ku ti dengê teqîn an jî bombebarana artêşa dewleta Tirk a dagirker ya li ser herêmê nehatiye bihîstin û got:
“Ev yek jî gûmane, gelo ev agir bi zanabûn hatiye pêxistin tê hişê mirovan.”
Her wekî çavakniyê destnîşan kir ku agir qadeke berfireh girtiye û her diçe zêdetir dibe.
Lewma xeterî heye agir bigihêje zevî û baxçeyên welatiyên li herêmê.
Heta amadekirina vê nûçeyê ti hewldan an jî mudaxeliya vemirandina agir nehatiye kirin.


