Li Rojhilatê Kurdistanê mêrekê du jin kuştin, piştre dawî li jiyana xwe anî.
Medyaya Rojhilatê Kurdistanê li ser mijarê ragihand :
“Mêrê bi navê Mihemed Neqî Azadî li bajarê Îlanê bi demanceyê du jin kuştin.
Yek jê hevjîna wî bi navê Sidîqe Rostemî û ya din jî xuşka wê Leyla Rostemî hatin kuştin.”
Li gorî çavkaniyeke nêzî malbatê, ev bûyer 3’yê Tîrmehê rû daye.
Li gorî agahiyan mêr tundî li hevjîna xwe Sidîqe Rostemî dikir, li ser vê hevjînê wê gilî lê kiribû û ragihandibû ku dixwaze jê cuda bibe.
Li gorî agahiyan piştî kuştina du jinan, mêr keseke din birîndar kiriye û dawiyê jî dawî li jiyana xwe aniye.



