Şêniyên Qamişloyê sersaxî da malbata şehîd Egîd Têkoşer ê ku 3`yê Tîrmeha 2025ˊan di encama qezaya trafîkê de şehîd bûbû.
Ji bo Egîd Tekoşer (Silêman Silêman) ê ku 3′ yê Tîrmehê 2025′ an di encama qezaya trafîkê de li bajarê Şedadê şehîd bûbû, konê sersaxiyê li ber pêş mala malbata wî ya li Qamişloyê hate vedan. Şehîd Egîd şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bû.
Bi sedan şêniyên Qamişloyê û gundewarê wê, endamên Saziyên Civaka Sivîl, Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD), Kongra Star û hêzên leşkerî tev li merasîmê sersaxiyê bûn.
Di merasîmê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî û got: “Taxa Enteriyê keleha berxwedanê ye, vê taxê gelek şehîd dan û divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin.”
Hesen wiha domand: “Em ji bo şehîdan çiqas biaxivin em nikarin heqê wan bidin, lê tişta ku ji me tê xwestin ew e ku em şopdarê rêya şehîdan bin. Xwedî li wê fedakariyên wan derkevin, ku di oxira welat de dane.”
Şervanê QSD`ê Majid Qamişlo axivî û sersaxî da malbata Şehîd Egîd Tekoşer û got: “Şehîd rûmeta me ne. Ji bo ku em li ser xaka xwe bijîn û xwedî li serkeftina xwe derkevin, me heta roja îro bi hezaran şehîd da. Divê em keda şehîdên xwe ji bîr nekin. Em ê li ser rêya wan bin.”
Rêvebera rêxistina Kongra Star li taxa Enteriyê Ahîn Îbrahîm hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn û destnîşan kir ku di hemû şeran de gelek neheqî li ser jinan tê kirin û mafên wan tune dikin.
Ahîn bi bîr xist ku li dijî Kurdan li Şengalê, Dêrsimê, Kobanê û Efrînê gelek qatliam hatine kirin. Di wan qatliaman de jin hatine qetilkirin, tecawîz lê kirin û koçberkirin. Lê bi rastî Kurd û jinên Kurd, li ber xwe didin û têkoşînê mezintir dikin.
Ahîn di dawiya axaftina xwe de sersaxî da malbata şehîd Egîd Tekoşer û got: “Bila serê gelê Kurd sax be, em jî soz didin ku em ê têkoşîn û serhildana xwe bidomînin.”



