Ji Şandeya DEM Partiyê ya ku li Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê (DYE) hevdîtinan dike parlamentera Amedê Ceylan Akça anî ziman ku karên ji bo pêvajoya çareseriyê gelekî zêde ye û got:
” Tê meraqkirin bê çima Tirkiyê heya niha tu gaveke şênber neavêtiye, em bi hêvîne di demeke nêz de gavên şênber ji bo pêvajoyê bên avêtin”.
DEM Partiyê li Elmanya, Îngilistan û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) karên xwe yên dîplomatîk zêde dike.
Ji Şandeya DEM Partiyê ya ku di navbera 22-28’ê Hezîranê de li DYE’yê hin hevdîtinên dîplomatîk kir parlamentera Amedê Celan Akça axivî.
Celan Akça anî ziman ku ew hewl didin ji raya giştî ya navneteweyî re qala pêvajoyê bikin û wiha got:
Heyetên me bi serokatiya Hevserokê me Tûncer Bakirhan li Elmanya û Îngilitanê hevdîtin kirin.
Me jî li DYE’yê dest bi hevdîtinan kirin.
Di serdanê de me hevdîtin bi saziyên siyasî yên muhafazakar, demokrat û demokratîk sosyalîst re kir.
Vê danûstandinê derfet afirand ku em di navbera siyaseta ‘xeta sêyemîn’ a li DYE’yê û xeta me de têkiliyeke bi wate deynin.”
Ceylan Akça: Em bi hêvîne di demeke nêz de gavên şênber ji bo pêvajoyê bên avêtin
Celan Akça ragihand ku li Middle East Institute (ME) ew beşdarî civînekê bûn û wiha dewam kir:
“Di vê civîna bi beşdariya berfireh de eleqeya ji bo pêvajoyê gelekî zêde bû.
Bi taybetî dihate pirsîn bê çima Tirkiye gavên şênber neavêje, ev pêvajo wê çawa bi pêş ve biçe.
Celan Akça diyar kir ku li Senato û Wezareta Karên Derve ya DYE’yê re li hin yekîneyên cuda wan hevdîtin kirin û wiha anî ziman:
Lê belê di roja destpêkê ya serdana me de ji ber ku êrîşa DYE’yê ya li ser Îranê pêk hat, tansiyona herêmî gelekî bilind bû.
Her wiha paketa qanûna ‘Big Beautiful Bill’ ku rêveberiya Trump xistibû rojevê, di nava raya giştî de bûbû sedema nîqaşên mezin.
Parlamentera Amedê Celan Akça destnîşan kir ku armanceke vê serdanê jî xurtkirina nûneriya wan a li DYE’yê bû û wiha bi dawî kir:
“Di vê mijarê de hin danûstandinên me çêbûn.
Em li bendê ne ku di demeke nêz de di vê mijarê de gavên şênber bêne avêtin.



