Talib Husên Mihemed ku temenê wî 13 salî ye, ew bi xwe ji Silêmaniyê ye bi rêyên neyasayî gihiştiye Romanyayê nêzîkî 2 mehan e li wir girtiye.
Talib Husên Mihemed ê ku sala 2012’an ji dayîk bûye, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi hinek koçberên din re li Romaniyayê hatibû girtin.
Rayedar Romaniyayê eşkere dikin ku ji ber temenê wî yê biçûk destûrê nadin ku ew were berdan.
Ji bo vegerandinê dest bi pêwendiyan hatiye kirin
Endamê Komîsyona Pêwendiyên Derve yê Parlamentoya Îraqê Musena Emîn ragihand ku zarokê girtî nêzîkî 2 mehan e li navenda çavdêriyê tê ragirtin.
Musena Emîn anî ziman ku li gorî yasayên Romanyayê, ne mimkun e ku zarokekî di bin 18 saliyê de bêyî serperiştekî yasayî were berdan.
Emîn diyar kir ku ew bi Balyozxaneya Îraqê ya Bukreşê re, malbata zarok û rayedarên Romanyayê re di nava pêwendiyê de ne û got:
“Armanca me ew e ku em kar û barên yasayî yên pêwîst bilez temam bikin û vegera ewle ya Talib a ji bo malbata wî misoger bikin.”
Talib Husên Mihemed xwediyê temenê 13 salî bi eslê xwe ji navçeya Raperînê ya Silêmaniyê ye.



