Artêşa Îsraîl êrişî bendara Hudeyadayê ya Yemenê û cihên din ên di bin kontrola Hûsiyan de kir.
Artêşa Îsraîlê, ragihand ku hêzên wê yên hewayî û deryayî êriş li ser benderên Hudeydeyê, Ras Îsa û Selîf, û her weha santrala elektrîkê ya Ras el Katib pêk aniye.
Televîzyona El Mesîra ragihandibû ku êriş berî vê daxuyaniyê pêk hatine.
Îsraîlê, îdia kiribû ku ev benderên ku hatine armancgirtin ji bo veguhestina çekan ji Îranê bo milîsên Hûsî hatine bikar anîn.
Îsraîlê, ragihand ku wan li keştiya Galaxy Leader ku di Mijdara 2023’yan de ji aliyê Hûsiyan ve hatibû girtin û pergala radarê li ser keştiyê hatiye bicih kirin, xistine.
Hûsiyên Yemenê heta niha bi dehan êrişên bi fûze û dronan li ser Îsraîlê pêk anîne.
Artêşa Îsraîlê, ragihand ku du fûzeyên ku ji Yemenê hatine avêtin nekarîne rawestandin.



