Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku welatê wî û Amerîka gihiştine rêkeftineke nû ji bo ku ew hewlên xwe yên di warê dronan de “bi awayekî berbiçav” zêde bikin.MIX
Volodymyr Zelensky di peyameke vîdeoyî de eşkere kir ku Wezareta Parastinê ya Ukraynayê û yek ji kompanyayên “pêşeng” ên Amerîkayê vê hefteyê peymanek îmze kiriye.
Li gorî vê peymanê, wê îsal bi sed hezaran dron bi mercên taybet radestî Ukraynayê bên kirin.
Sala bê ev hejmar wê hê zêdetir bibe.
Serokê Ukraynayê tekezî li ser girîngiya dronên êrişkar kir û wiha axivî:
“Ev dronên rêgir jî di nav de ne ku bi zelalî pêşînehiya me ne.”
“Gelekî bi berhem bû”
Zelenskyy derbarê pêwendiya xwe ya telefonî ya ku roja înê li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump pêk anîbû got:
“Ez dikarim bibêjim ku belkî ew pêwendiya herî başa a me ya heta niha bû, gelekî bi berhem bû.”
Zelenskyy da zanîn ku di wê pêwendiyê de mijara sîstemên parastina asmanî jî hatiye gotûbêjkirin.



