Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku artêşa Îsraîlê 2 êriş li başûrê welat pêk anîne, di encamê de 10 kes birîndar bûne.
Navenda Operasyonên Awarte yên Tenduristiya Giştî ya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê îro bi daxuyaniyek çapemeniyê ragihand ku artêşa Îsraîlê li Birc Rahhal a navçeya Sûrê êriş pêk anî.
Di encamê de 9 kes birîndar bûn.
Li gorî heman navendê, li bajarokê Zerariyê yê navçeya Seydayê jî êriş hat kirin.
Li wir vê carê di encamê de zarokek birîndar bû.
Navendê diyar kir ku zaroka birîndar di bin çavdêriya awarte ya bijîşkî de ye.
Ajansa Nûçeyan Nîştimanî ya Lubnanê jî da zanîn ku yekîneyeke artêşa Îsraîlê derengiya şevê ket herêma Xilet Werda ya sînorî û derdora bajarokê Îta El Şeib.



