Li herêma Barranca ya li bakurê Perûyê bajarekî şûnwarî ku temenê wî 3500 sale hat vedîtin.
Lêkolîneran eşkere kirin ku wan li herêma Barranca ya li bakurê Perûyê bajarekî kevnar bi navê Penico vedîtine.
Li gorî BBC’yê di navbera salên 1800 û 1500 berî zayînê de anku dema derketina şaristaniyên destpêkê li Rojhilata Navîn û Asyayê, bajar hatiye avakirin.
Bajarê dîrokî yê hatiye vedîtin, nêzîkî 200 K li bakurê paytext Lîmayê ye û li bilindahiya nêzîkî 600 M ji asta deryayê ye.
Hate ragihandin ku di encama lêkolînên 8 salan, perestgehên ayînî û avahiyên niştecihbûnê jî di nav de 18 heykel hatin dîtin.
Her wiha di avahiyan de peykerên axê yên fîgurên mirov û heywanan, gerdeniyên ji morîk û qalikan jî hatin dîtin.
Bajarê Penico ku li nêzîkî cihê şaristaniya Caral e, yek ji kevntirîn şaristaniyên navdar ên li Amerîkayê ye.
Ev dever derdora 5 hezar sal berê li Geliyê Supe hatibû avakirin.



