Sîstemên parastina hewayî yên Rûsyayê di şevekê de li ser çend herêman 91 dronên Ukraynayê anîn xwarê.
Di heman demê de di êrişên Rûsyayê yên li hundirê Ukraynayê de herî kêm 4 kes hatin kuştin û 36 kes jî birîndar bûn.
Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de dewam dike.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di derbarê êrişên Ukraynayê de daxuyaniyek weşand.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihandin ku sîstemên parastina hewayî yên Rûsyayê 91 dronên Ukraynayê anîne xwarê
Di encama êrişa Rûsya li dijî Ukraynayê de 4 kes hatin kuştin
Di heman çarçoveyê de, li gorî rayedarên herêmî, di encama êrişên Rûsyayê yên li ser çend herêmên Ukraynayê 4 kes hatin kuştin û 36 birîndar bûn.
Artêşa Rûsyayê bi zêdetirî 30 dronên teqemenî û nêzîkî 10 mûşekan êriş bir ser Kîevê.
Li gorî rayedarên Ukraynayê, ev êrişa herî mezin bû ji dema ku Rûsyayê di Sibata 2022’an de dest bi dagirkirina Ukraynayê kir.



