Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku li Kantona Tebqayê di kemîneke de 4 bazirganên hişbirê hatin girtin û 200 hezar hebên hişbir ên bi wan re jî hatin desteserkirin.
Hat diyarkirin ku 6’ê Tîrmehê li Tebqayê di kemînekê de 4 bazirganên hişbir hatine girtin.
Her wiha zêdetirî 200 hezar hebên Captagon ên ku di erebeyekê de hatibû veşartin, hatin destesekirin.
Hêzên Ewlekariyê destnîşan kir ku lêpirsîn bi kesên girtî re tên kirin û ji bo kesên mayî jî lêgerîn dewamin.



